30 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Kişanak û Endamê Meclisê yê DBPê Anli, ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê 5 roj berê Kişanak ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar", Anli ji ber sûcê "qismek axa dewletê ji îdareya dewletê qetandiye" binçav kirin û karên wan li emniyetê qediya.
Polêsan Kişanak û Anli anîn avahiya ewlehiyê û hat gotin ku li dozgeriyê dest bi hildana îfadeya wan kiriye.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser PKKya rêxistina terorê da der heqê Kişanak û Anli da biryara binçavkirinê hat dayîn. Kişanak di 25ê cotmehê da li Balafirgeha Diyarbekirê, Endamê Meclisa DBPê Anli jî li mala xwe hatibû binçavkirin.