Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ÎSLAMABAD
Konferansa Ajansên Nûçeyan ên Navneteweyî ya ku Ajansa Anadoluyê nûnertiya Tirkiyeyê dike û ji 22 welatan ajans beşdar bûn, li Pakistanê dest pê kir.
Gerînendeyê Weşana Nûçeyên Navneteweyî Faruk Tokat di Konferansa ku li Îslamabadê bi beşdariya ajansên hevkarên Ajansa fermî ya Pakistanê Associated Press of Pakistan (APP) dest pê kir da nûnertiya Ajansa Anadoluyê (AA) kir.
Konferansa Ajansên Nûçeyan ên Navneteweyî bi bernameya ku wê roja duşemê were lidarxistin û Serokwezîr Şahid Hakan Ebbasî beşdar bibe va wê bi dawî bibe.