İbrahim Atmaca
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Merasima Xelata Miteşebisiyê ya 6emîn li Mewlewîxaneya Bahariyeyê hat lidarxistin. Di merasimê da axaftin hatin kirin û piştî kurtefîlma ku tê da qala xebatên weqfê tên kirin, xelat hatin dayîn.
"Xelata Çapemenî/Weşanê" Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu hilda. Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê Bîlal Erdogan xelat da Mutanoglu.
Di bernameyê da Doç. Dr. Nurcan Dogan di şaxa "Proje/Raman"ê da bû yekemîn, Dr. Alk. Leyla Turker Şener bû duyemîn û Şule Başarslan bû sêyemîn, di şaxa "Teşebiskariya Sazûmaniyê" da Alî Acur, di şaxa "Miteşebisiya Nû" da Onur Aras, di şaxa "Klûba Miteşebisiyê ya Zanîngehê" da Serokê Klûba Miteşebisiyê ya Zanîngeha Stenbolê Kadîr Altun xelat hildan. "Xelata Akademîsyentiyê" endamê hîndekariyê yê Fakulteya Îqtisadê ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Haluk Zulfîkar, "Xelata Rêvebiriya Qamûyê" Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Hayrî Baraçli, "Xelata E-Ticaretê" Guçlu Gokozan û "Xelata Taybet a Weqfa Karsazên Miteşebis" jî Numan Tekîn hilda.