15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
ANKARA
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê duh li bakurê Iraqê operasyona esmanî birin ser herêma Xakurk û Zapê û 8 hedefên terorîstan hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin li bakurê Iraqê operasyonên dijî rêxistina terorê dewam dikin.
Hat diyarkirin li herêmên Xakurk û Zapê dijî endamên rêxistinê ku dixwestin êrîşî qereqol û baregehan bikin operasyona esmanî hat kirin.
Li gor agahiyan 8 hedefên ku wek sitargeh, baregeh û kozik dihatin emilandin bi operasyona esmanî hatin îmhekirin.