19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
BÎNGOL
Welatî li navenda Bîngolê ber Qûleya Saetê ya li taxa Yenîşehirê civiyan û diruşmên wek "Şehît namirin welat perçe nabe", "Destê ku dirêjî alayê dibe bila bişkên", "Welat canê min ji bo te feda", "Ji bo zaliman bijî dojeh" berzandin û PKKya rêxistina terorê û êrîşên wê şermezar kirin.
Welatiyan alayeke Tirkiyê yeke mezin vekir û bi diruşman heta Meydana Şehîdên 15ê Tîrmehê meşiyan.
Daxuyaniya ku li ser navên Saziyên Civata Sivîl hat amadekirin, Serokê Komeleya Malbatên Şehîdan û Mafên Mirovan ya Bîngolê Naîm Tan xwend. Tan destnîşan kir ku ew terorê şermezar dikin, sipasiya kesên ku hatin û beşdarî çalakiyê bûn, dikin.
Tan wiha dewam kir: "Piştî 15ê tîrmehê li peyê hev Bîngol,Mêrdîn, Hekkarî, Elaziz, Bitlîs, Gazîanteb, Stenbol û herî dawîn jî li Qeyseriyê êrîşên nemerd hatin kirin û xeberên şehîdan li peyê hev hatin. Em dizanin ku têkiliya van êrîşan bi 15ê tîrmehê hewla dagirkeriyê heye. Lewra werîsê rêxistinên terorê PKK, FETO, DEAŞ, DHKP-Cê ku bûne bela serê vî welatî, di destê cihekî da ye û her yek ji wan piyon in, her çend ji hev cuda bin jî, destê ku wan bi rê va dibe yek e."
"Wezîfeya sereke ya welatiyan ew e ku xwedî li dewletê derkevin"
Tan bal kişand kesên ku bona Komara Tirkiyê û miletê tirk plan û hesabên wan hene, çarheqal êrîş dikin û wiha xeberda, "Ev dewlet, hebûna me ya herî biqîmet e. Wezîfeya sereke ya her welatiyekî tirk ew e ku xwedî li dewletê derkeve."
Tan destnîşan kir ku ew dixwaze ev milet digel tirk, kurd, zaza, laz û çerkezan anku digel her efradekî welat li hemberî teror û derbeyan çik bisekinin û vê helwesta xwe nîşanî dost û dijminan bidin.
Tevî Walî Yavuz Selîm Koşger û Şaredar Yucel Barakazî gelek kes beşdarî meşê bûn.