24 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê çenteyekî bêxweyî danibûn ber çayxaneyekê û li ser vê welatî tirsiyan, ji çente sûsik derket.
Hêzên ewlekariyê îxbar hildan ku çenteyekî bêxweyî yê şikbar danîne pêşiya Çayxaneya Fenerbaxçeyê û li ser vê derbasî dewsa bûyerê bûn û tevdîrên ewlehiyê sitandin û aliyekî kolanê ji çûyîn û hatinê ra girtin.
Piştî ku Midûrê Ewlekariya Ercîşê Murad Hoş li dewsa bûyerê lêkolîn kir ji Midûriyeta Ewlekariya Wanê gazî pisporên îmhekirina teqemiyê kirin.
Pispor hatin navçeyê lêkolîn kirin û paşê çente bi funyeyê teqandin û ji çente sûsik derket.
Ji ber mezinahiya teqînê camên dikaneke li herêmê hatin xwarê.