23 Gulan 2017•Rojanekirin: 27 Gulan 2017
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê ji bo ku gel bala xwe bide meseleya paqijiyê kampanyayek hat lidarxistin.
Li gor agahiyên ku ji şaredariyê hatin hildan, peojeya "Cizîra Paqij Dinyaya Min e" bi hevkariya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê hat organîzekirin. Xwendakarên cizîrî di vê çarçoveyê de çopên li kolan û kuçeyên bajêr komkirin.
Xwendekar û hin kesên dildar nêzî 4 tonî çop kom kirin.
Hat ragihandin ku ev xebat wê heta demeke dirêj dewam bike.