23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku hêzên çekdar ên girêdayî PKK/PYDya rêxistina terorê rojnamevan Rengîn Şeroya ducanî ya ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) peywirdar e derb kir û destûr neda ku derbasî Sûriyeyê bibe.
Şeroya ku li Koma Çapemeniyê ya Rûdawê ya ku navenda wê Hewlêr e û bi nêzikahiya xwe ya ji bo hikûmeta HKIyê tê naskirin de dixebite dema xwest ku ji cihê sînor a Sêmalka-Pêşxabûrê ya di navbera HKI-Sûriyeyê de derbas bibe û malbata xwe ziyaret bike PYDê ew derb kir û destûr neda ku derbas bibe.
Koma Çapemeniyê ya Rûdawê der hqê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî da û êrîşa ser rojnamevana wan a ducanî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyera navborî piştî ku ji sînor hat derbaskirin qewimî û wiha hat gotin:
"Hêzên asayîşê yên girêdayî Kantona Cizreyê ya li Rojava diyar kirin ku Rengîn Şeroya nûçegihana ma ya ku bavê wê li sînor pêşwaziya wê kir biçe mala xwe û telîmat dan ku dê wê paş ve bişînin Kurdistana Iraqê. Digel vê yekê heqaretê li şexsê wê û Rûdawê kirin. Şero nexwest ku paş vegere lê digel ku ducanî bû çend kesên girêdayî asayîşê êrîşê wê kirin, cil û bergên li ser wê çiritîn û ew hat derbkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xebatkarên Rûdawê berê niha jî rastî êrîşên wiha hatin û nirxandina "Jineke hem ducanî û hem jî rojnamevaneke jin heqaret û derbkirinê heq nake."
Rojnamevan û xebatkarên girêdayî Koma Çapemeniyê ya Rûdawê berê niha jî li herêmên cuda rastî êrîşên alîgirên PKK/PYDê hatibûn.