07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
MUŞ
Li Mûşê di encama operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin de jê yek birîndar 5 terorîst hatin berterefkirin, gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn de hat diyarkirin ku yekîneyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 5ê îlonê de "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Serçawîş Serdal Uyanik 2017-67" kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê bi arîkariya balafirên şer operasyonek bir ser endamên rêxistina terorê ya dabeşker û wiha hat gotin:
"Di operasyona de li Herêma Girê Kalacîkdagê ya ku di başûrê gundê Saglika li ser navendê dimîne de jê yek birîndar 5 terorîstên ku qaşo hêzên Şenyaylayê bûn hatin berterefkirin. Li cihê bûyerê 5 keleş, 445 fîşek û 18 şarjor û gelek melzemeyên xwarinê jî hatin bidestxistin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ewlehî û aramiya gel li tevahiya bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de operasyon wê bi biryardarî berdewam bikin.