21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Welatiyên ku roja ewil a hewla derbeyê ya FETOyê, li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daketin qadan, li 81 wîlayetên welêt nobedariya demokrasiyê didomînin.
Amasya
Li Amasyayê welatî nobedariya demokrasiyê ku li hemberî hewla derbeyê ya FETOyê dest pê kiribûn didomînin.
Penaberên iraqî jî piştgirî dan welatiyên ku li Qada Yavûz Selîm kom bûn. Penaber bi alayên Tirkiyeyê hatin qadê û gotin ku ew piştgiriyê didin nobedariya demokrasiyê.
Omer Casimê penaberê ji Iraqê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew tevî malbata xwe va hat qadê, nobedariya demokrasiyê dikin.
Edene
Li Edeneyê mitînga ku ji aliyê "Platforma ji Îradeya Milî ra Rêzgirtin a Edeneyê" va hatibû destpêkirin dewam dike.
Welatiyên ku li Qada Ugur Mûmcû kom bûn, hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) protesto kirin.
Trabzon
Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî digel welatiyan daketin qadan û hewla derbeyê ya li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertek nîşan dan.
Welatiyên ku di destê wan da alayên Tirkiyeyê hebûn hatin ser Kolana Komarê ji vir heta Parka Meydanê ya li Qada Ataturkê meşiyan.
Eskîşehir
Li Eskîşehirê jî welatiyên ku li hemberî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) derketibûn ser qadan, nobedariya demokarsiyê didomînin.
Welatiyên ku li qada wîlayetê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê li hemberî hewla derbeyê ya FETOyê sekinîn û protesto kirin.
Îzmir
Welatiyên ku li qada Konakê kom bûn bi pankartan hewla derbeyê ya FETOyê protesto kirin.
Welatiyên ku li ber platforma li pêşiya Walîtiya Îzmirê hatiye hat avakirin kom bûn li vir bi alayên Tirkiye û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbe protesto kirin.
Çanakkale
Gelê Çanakkaleyê di destên wan de alayên tirkan ve li Meydana Îskeleyê li hev civiyan û bertek nîşanî derbeyê dan.
Balikesîr
Li Balikesîrê gel li ber Walîtiya Balikesîrê kom bûn, sirûda Îstiqlalê xwendin û derbe şermezar kirin.
Yalova
Li Yalovayê welatî li ser daxwaza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Meydana Komarê kom bûn. Welatî di destên wan de alayên tirkan ve li hember derbeyê dirûşme berz kirin.
Bursa
Li Bursayê nobedariya demokrasiyê dewam dike. Welatî li ser daxwaza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi wesayîtan an jî peya hatin Meydana Fomarayê û derbe şermezar kirin.
Nevşehîr
Gelê Nevşehirê li ber avahiyê Turk Telekomê li hev civiyan li hember derbeyê sekinîn.
Kirikkale
Li Kirikkaleyê welatî li meydanan û Meydana Komarê kom bûn. Wêneyê Fetullah Gulen şewitandin û bi diruşmeyan li hember derbeyê bertek nîşan dan.
Diyarbekir
Li navçeya Kayapinarê welatî di destên wan de alayên tirkan ve li Park Ormanê hatin cem hev û derbe şermezar kirin.
Sêrt
Gelê Sêrtê li ber Walîtiyê kom bû. Gel dirûşmeyên wek "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Sêrt li vir e, derbekar li ku ne" berz kirin.
Mêrdîn
Li Mêrdînê kesên ji AK partiyê, MHP, Partiya Saadetê, HUDA PAR û nûnerên saziyên civakî li ber Serokatiya Bajêr a AK Partiyê kom bûn.
Welatiyan diruşme berz kirin û derbe şermezar kir.
Batman
Li Batmanê li ber Walîtiyê mitîngek hat lidarxistin.
Di mitîngê de "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Derbe bi ser nakevin, azan hûş nabin".
Şirnex
Li bajaroka Kasrîkê Şaxa Jinan a Şirnexê ya AK Partiyê bertek nîşanî derbeyê da.
Welatiyên ku di destên wan de alayên tirkan hebûn heta gundê Dawutê meşiyan û derbe şermezar kirin.