Fatih Gazioğlu
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
GAZİANTEP
Nexweşê Iraqî yê ku nexweşiya penceşêra pankreasê pê ra bû, li Tirkiyeyê bi rêya laparoskopîk (operasyona girtî) hat tedawîkirin.
Dîler Fuat Ehmedê 46 salî yê ku ji Hewlêra bajarê Iraqê beriya 4 salan li Konyayê bicihbûye, beriya mehekê zanî ku pankreasê wî da tumor derketiye.
Ehmed li ser vê serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepana Fakulteya Tipê ya Şahînbeya Zanîngeha Gazîentabê da.
Ehmed li vê derê hat ameliyatkirin û piştî dermankirinê baş bû.
Hîndekarê Fakulteya Tipê ya Beşa Cerahiya Giştî Prof. Dr. Ahmet Balik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku emaliyeta pankreasê operasyoneke zehf zor e û wiha axivî:
"Beriya 20 salan ev operasyon em nêşiya xeyal jî bikin. Îro êdî em van operasyonan bi rêya laparoskopîkê (girtî) bê zehmet çareser dikin. Nexeşxaneya me di çareserkirina nexweşiyên mezin de êdî gihişt asteke bilind."
Hîndekerê Fakulteya Tipê ya Beşa Cerahiya Giştî Doç. Dr. Mehmet Fatîh Can jî beşdarî operasyonê bû.