Haydar Şahin
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
VAN
Aslan Semoyê li Çataka navçeya Wanê hingiv difroşe û pê debara xwe dike û kurê wî ji bo hingivê tebiî yê li çiyayê bilind bibînin derdikevin rêwîtiyeke xeternak û dijwar.
Li Çataka bi hingiv, gûz û masiyên deqsor tê zanîn xêncî hingivê kewaran hingivê li ser kevirên çiyayê bilind jî piştî rêwitiyeke bi zor zihmetî tê ser sifreyan.
Aslan Semoyê bi hingiv debara xwe dike û Hesen û Hadî Semoyê kurên wî ji bo hingivê dibêjin ji bo şêrpençe û gelek nexweşiyan derman e, bibînin li çil û çiyan digerin.
Semo û zarokên wî piştî amadehiyan berdestê sibê hildikişin ser zinaran bo hingiv kom bikin.
Hingiv bi taybetî li ser kevirên bintara kendalan tê dîtin, Semo kurên wî ji bo bo xwe bigihînin hingiv carcaran dikevin tevgerên xeternak.
Aslan Semo kindirê li nava xwe girê dide kurên wî bi kindirê digrin û ew jî xwe ji zinaran berî jêrê dide ku hingiv derxe. Semo pêşiyê dû dide mozan û wan ji hingiv dûr dixe paşê devê kewara wan vedike, bi kêra xwe ya dirêj va hingivê di kevarê da jê dike û derdixe.
- "Dema em hingiv dibînin telûke ji bîra me diçe"
Alan Semo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mozên biyanî li çil û çiyan hingiv çêdikin û hêlînin xwe li nav keviran dixin.
Semo diyar kir ku ber destê sibê derdikevin rêwîtiya hingiv û wiha pê da çû: "Hetanî ku dibînin gelek tişt tên serê me. Dema em hingiv dibînin telûke ji bîra me diçe. Ez dixwazim ku bira her kes li tehma vî hingivî mêze bike. Ya rastî tehma hingiv zehf xweş e."
Semo got piştî hewleke 4 saetan dewam dike digihîjin hingiv.
Semo destnîşan kir ku ev hingiv tebiî ye û ji bo vê jî ji bo gelek nexweşiyan wekî derman e û wiha axivî: "Hetanî em derdixin destê tu merivî bi vî hingivî nabe. Zehf zor tê dîtin. Em kîloya hingiv bi 300-500 lireyî difroşin. Me îro ji kevirekî kêmzêde 12 kîlo hingiv derxist. Înşeallah ev hingiva ew ê ji nexweşiyan ra bibe şifa."
- "Em bi zorê di nav keviran da hereket dikin"
Hadî Semo jî got kevirên ku ew jê hingiv derxin biharê tesbît dikin, payîzê jî amadehiyan dikin û hingiv derdixin.
Semo got ev kar ji xwe ra xistine meslek û wiha axivî: "Di her rindiyê da zehmetek heye. Em bi zorê di nav keviran da hereket dikin. Me îro jî gelek zehmetî kişand. Em ben li nava xwe dialînin û xwe jor ra berî jêrê didin. Tevdîrên ewlehiyê hildidin. Dema hingiv jê dikin jî kêfa me xweş dibe. Ji ber ku li kêm ciyan tê dîtin eleqeyeke mezin dibîne. Ji nav û dervayê welêt têlefonî me dikin û hingiv dixwazin. Bi piranî ji bo derman tê bikaranîn."