Türkan Tosun
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
VAN
Qirxizên ku ji zozana Pamîrê ya Efxanistanê koçî Erdîşa navçeya Wanê kirine bi cil û bergên xwe yên herêmî va çûn ser sandoqê.
Qirxizên ku di sala 1982yan de ji zozana Pamîrê ya Efxanistanê koçî navçeya Erdîşê kirine li taxa Ulupamîrê ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an rayên xwe bidin çûn Dibistana Seretayî ya Ulupamîrê.
Qirxizên bi cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirine li vir rayên xwe avêtin sandoqê.
Ahmet Aytaçê Qirxiz ji nûçegihanê AAyê ra got ew bi salan e bi cil û bergên xwe yên herêmî va diçin ser sandoqan.
Aytaç got ew ji bo ku çanda xwe bijîn têkoşîneke mezin didin û wiha axivî: "Wekî hilbijartina berê îsal jî me çanda xwe di sandoqê de nîşan da. Me mertal da destê xwe, xeftan li xwe kir û kûm da serê xwe û em çûn me raya xwe da."
Aytaç ji bo hilbijartinê got bila li ser xêrê be.