İbrahim Atmaca
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba der barê bûyerên Sirûcê de got, "Bi ya min hewl tê dayîn serkeftina hilbijartinê, bi taybetî jî serkeftina AK Partiyê lekedar bikin."
Fakibaba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê parvekirinên ku li ser medyaya civakî ser Sirûcê tên kirin da axivî.
Fakibaba diyar kir ku wî salên dûr û dirêj siyaset kiriye û bûye şahidê gelek hilbijartinan û wiha dewam kir, "Teqrîbî 15 sal in ez di nav siyasetê da me. Ez ketim gelek hilbijartinan, ez dikarim vê yekê bi rehetî bêjim, ev hilbijartin ji hilbijartinên herî aram yek e. Ez wisa texmîn dikim ku înşeallah wê heta saet 5an wiha dewam bike. Ez ji bo vê yekê sipasiya hembajariyê xwe dikim."
Wezîr Fakibaba li ser nûçeyên ku dibêjin li navçeya Sirûcê di hin sandoqan da bêusûlî kirine û di şerên biçek da mirî hene wiha got:
"Li Sirûcê bûyereke munferît çêbûye. Kesek ji lingê xwe pir sivik birîndar bûye. Talûkeya wî tuneye. Bûyereke munferît e. Der barê bûyerên Sirûcê de bi ya min hewl tê dayîn serkeftina hilbijartinê, bi taybetî jî serkeftina AK Partiyê lekedar bikin. Bûyeran spkule dikin. Jixwe em naxwazin zirar bigihêje neynika kesekî. Xwedê şifayê ji wî birayê me yê birîndar ra bişîne. Lê hûn bawer bikin ku Şanliurfa heq nake ku bi vî hawî bibe mijara rojevê. Li Şanliurfayê hilbijartin pir baş derbas dibe, hembajariyên me yên Urfayî wê qezenc bikin, demokrasî wê qezenc bike. Min jî bihîst ku 'mirî heye, wiha bûye', tiştekî wisa tuneye."