Nihat Kavşut
20 Tebax 2018•Rojanekirin: 21 Tebax 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di navbera êrîşên dijî aboriya me û êrîşên dijî azan û alaya me da tu ferq tuneye. Armanc eynî ye. Armanc ew e gelê Tirk û Tirkiyeyê têk bibin û dîl û êsîr bigirin."
Serok Erdogan ji bona Eyda Qurbanê peyameke dîtbarî weşand û wiha got: "Gelê min ê ezîz û xwîşk û birayên min yên delal, ez ji dil û can we silav dikim û eyda we ya Qurbanê pîroz û bimbarek dikim. Hemd ji Xwedê ra ku dîtina eydeke din kir nesîbê me."
Serokomar Erdogan destnîşan kir bila Eyda Qurbanê ji bona alema Îslamê û hemû mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.
Erdogan di peyama xwe da balê kişand ser operasyonên dijî aboriya Tirkiyeyê tên kirin û wiha got: "Di navbera êrîşên dijî aboriya me û êrîşên dijî azan û alaya me da tu ferq tuneye. Armanc eynî ye. Armanc ew e gelê Tirk û Tirkiyeyê têk bibin û dîl û êsîr bigirin."
Serokomar Erdogan diyar kir kesên nekarîn bi hîle û dafikan Tirkiyeyê têk bibin û niha bi kûrên dowîzê dixwazin terbiye bikin, di demeke nêzik da wê şaşiya xwe bibînin û got bi îzna Xwedê derfet û îmkana me heye em ji heqê van pirsgirêkan derkevin.