ANKARA (AA) - Li Tirkiyeyê cara yekem bi trêna lez eza hat transferkirin. Ji bo neqlê nexweşekî bikin, eza gihandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolinê ya Dişkapi Yildirim Beyazit ya Enqereyê.
Li Konyayê nexweşekî zilam ê ku navê wî B.O. qezaya trafîkê derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Medîcana ya Taybet. Lê birîndar mir û malbata wî ezayên wî bexişand.
Pankreasa kesê ku miribû bi trêna lez neqlê Enqereyê kirin. Kezeba reş û gurçikên wî bi wesayitê şandin Antalyayê. Korneayên wî jî birin Nexweşxaneya Numuneyê ya Konyayê.