Serokê Baroya Şanliurfayê Hikmet Delebe got ku divê demildest kujerên Serokê Şaredariya Sirûcê yê berê Salih Tekînalp û kurê wî Sînan Tekînalp bên dîtin.
Delebe li ber Edliyeya Şanliurfayê daxuyanî da û got ku vê bûyerê wicdana raya giştî êşandiye.
Delebe destnîşan kir ku berê jî Salih Tekînalp rastî êrîşê hatibû û wiha dewam kir: "Em wek Baroya Şanliurfayê vê bûyerê teqîb dikin. Em dixwazin kujer bên dîtin û hesab bidin edaletê. Vê bûyerê wicdana raya giştî êşandiye. Ji bo bûyer zelal bibe çi hewce be em ê bikin."
Serokê Şaredariya Sirûcê yê berê Salih Tekînalp û kurê wî Sînan Tekînalp di 19ê cotmehê de li taxa Alîgora Sirûcê di hundirê wesaîtê de rastî êrîşê hatibûn.