Ozturk bal kişand ku îro ji boşnakan bigre heta kurd, ereb, îngiliz, çerkez û tataran ji 40 qewmî însan li ajansê dixebitin û got ev jî dewlemendiyek e û di heman demê de rastiya Tirkiyeyê ye. Ozturk bi bîr xist ku heta 10 sal ewil jî bilêvkirina peyva kurd qedexe bû lê îro AA weşana kurdî dike, ji edîtoriyên AAyê yên gelekî baş dixebitin yek jî kurdî ye ku bi kurmancî û soranî weşanê dike.
- Ferhenga kurdî dê bê derxistin
Ozturk diyar kir dê di demeke nêz de ferhenga kurdî derxin û got ku çiqasî bûne wesileya pêşveçûna zimanê tirkî, dê ewqasî jî bibin sedema pêşveçûna zimanê kurdî jî. Ji ber vê çendê jî ew kêfxweş û serbilind in.
- "Em di 2 salan de ketin nav 9 ajansên ewil"
Ozturk destnîşan kir ku çîroka AAyê dûr û dirêj e û wiha got: "Saziyeke ku qet neketibû nav platformên navneteweyî, di nav 2 salan de bi xebatkarên xwe yên bawermend û îdealîst ve ket nav 9 ajansên ewil."
Kemal Ozturk qala pirsgirêkên ku derketina pêşiya wan kir û wiha got: "Gava ku me dest bi weşana kurdî kir gelek pirsgirêk derketin pêşiya me. Ji wan hin pirsgirêkên ku me dîtiye ev in: Çavkaniyên mirovên gihandî û perwerdekirî, nediyariya rêgezên rêzimana kurdî, belavnebûna zimanê nivîskî, di warê nûçegihaniyê de tunebûna perwerdeya kurdî. Înşallah îro akademisyenên me dê li ser van pirsgirêkan xeberdin û ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe bêjin."
Ozturk axaftina xwe wiha domand: "AA ji bo ku bigihêje armanca xwe ya Vîzyona Sala 100emîn a ku dê bi 11 zimanan weşanê bike, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, di 1ê Îlona 2013an de bi kurmancî û soraniya zaraveyên kurdî dest bi weşanê kir. Bi destpêkirina weşanê ve pirsgirêkên di qada nûçegihaniya kurdî de jî rûyê xwe nîşan dan. AA ji bo ku ev pirsgirêk bên helkirin û li ser pêşniyar û çareseriyan hevdîtin bên kirin jî li navenda xwe ya Enqereyê îro komxebatekê dike."