Mesut Varol,Yılmaz Kazandıoğlu
08 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
Ayîna 12emîn a li dêra li Girava Axtamarê ya li Gola Wanê ya ku salê carekê bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê ji bo îbadetê vedibe, bi dawî bû.
Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Kaspar Garabetyan û Pederê Pispor Drtad Uzunyanê ku bi keşîşan ra hatin giravê, demekê bi ziyaretvanan ra sohbet kirin.
Ayîna li Dêra Axtamarê bi beşdariya keşîş û ziyaretvanan va ji hêla Uzunyan hat birêvabirin.
Di ayînê da beşdaran mûm vêxistin, dia kirin û her wiha îlahî gotin. Maşalyanê serokatiya ayînê kir, ji rojnamegeran ra diyar kir, ew şad û bextewar in ku wan ayîna xwe ya salewextê pêk anî û wiha dewam kir:
"Me tevî ziyaretvanên hecê yên ji gelek cihên dinyayê yên wekî ji Stenbol, Ermenistan, Amerîka û Almanyayê îbadeta xwe ya edetî kir. Dilê me tijî şadî ye. Di her hatina xwe da em dibînin ku avedanbûna vê derê pêşdatir bûye. Ez ji ber eleqeya wî, spasiya brêz Waliyê me Ozan Balci dikim."
Piştî axaftinê Maşalyan bi beşdarên ayînê ra wêne dan kişandin.