Ayşe Karaosmanoğlu
16 Îlon 2025•Rojanekirin: 17 Îlon 2025
Ji ber bandora pergala baranê, germahî li seranserê welêt dê ji roja pêncşemê pê va bi awayekî berbiçav dakeve.
Pisporê pêşbîniya hewayê yê Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Fevzî Burak Tekîn, li ser şert û mercên hewayê yên ku di rojên pêş da têne hêvîkirin, nirxandinek ji nûçegihanê AAyê re kir.
Tekîn destnîşan kir ku sibê li piraniya welêt baran nayê hêvîkirin û got, "Roja Çarşemê li herêmên Trabzon, Rîze û Artvînê û di şeva di navbera çarşem û pêncşemê de li Kirklarelî û herêmên peravên Stenbolê yên li ber Deryaya Reş baran dê bibare."
Tekîn diyar kir ku ji roja pêncşemê pê ve Tirkiye dê di bin bandora pergala nû ya baranê de be û li bakur û rojhilatê welêt baran dê bibare.
Tekîn destnîşan kir ku li rojhilatê Marmarayê, Herêma Deryaya Reş, bakurê Rojhilatê Anadoluyê, Mersîn, Edene, Hatay û deverên derdora wan baran dê bibare û wiha got: "Bi taybetî roja pêncşemê li deverên peravê yên Rojavayê Deryaya Reş, deverên peravê yên Rojhilatê Deryaya Reş û derdora Kocaelî, Sakarya, Bolu, Karabuk û Orduyê baran dê zêde be."
Tekîn ragihand ku roja pêncşemê li Rojava û Navîna herêma Deryaya Reş û peravên Marmara û Egeyê dê ba ji ji bakur va bi hêz were.
Tekîn diyar kir ku baran dê roja înê li deverên bakur û rojhilatê welêt û li derdora Hatay û Edeneyê berdewam be û hişyarî da ku li deverên peravê yên Deryaya Reş û bakurê Rojhilatê Anadoluyê baran dê zêde be.
Tekîn anî ziman ku bandora baranê di dawiya hefteyê de dê kêm bibe û germahiya hewayê, ku di nav normên demsalî de ye, ji roja pêncşemê pê va dê bi awayekî berbiçav (6-12 pile) dakeve .