ŞANLIURFA
Şivan Perwer piştî 37 salan vegeriya Tirkiyeyê. Gundiyên gundê ku Perwer lê hatibû dinyayê niha li benda hatina wî ne.
Şivan Perwerê ku bi salan şûnda hat Tirkiyeyê diyar kir ku pir bêriya welatê xwe kiriye û dixwaze gora dayika xwe Hazal Aygunê ziyaret bike. Gora dayika Perwer li gundê Aşagidîlîmliya Vîranşehîrê ye.
Gundiyên Aşagidîlîmliyê bi vê daxuyaniya Perwer gelek kêfxweş bûn. Gundî hatin ser gora dayika Pewrwer ku di sala 1972an de çûbû rehma Xwedê dia kirin û peyamên aştiyê dan. Gundiyan diyar kir ku xaniyê ku Perwer lê hatibû dinyê û heta demekî jî lê mabû û paşê hatibû terk kirin, ji ber ku heta niha nehatiye bikaranîn hilweşiyaye.
Sînan Başê xizmê Perwer destnîşan kir ku piştî 37 salan ji bo ku Perwer dibînin pir bi kelecan in û wiha dewam kir: "Me pir bêriya wî kiriye. Înşeallah carek din naçe û evqas dirêj namîne."