05 Adar 2021•Rojanekirin: 06 Adar 2021
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku firokeya bi tîpa Cougarê ya girêdayî Fermandariya Hêzên Bejayî ya ji Bîngolê duh ji bo ku biçe Tetwanê di saet 13.55an da rabûbû û ji saet 14.25an pê va têkîldariya pê ra qut bûbû û firoke ketibû.
Wezaretê destnîşan kir ku di qezaya helîkoptêrê ya li Tetwanê da bi wefata eskerekî birîndar va hejmara şehîdan derket 11an.
Helîkoptêra eskerî ya ji Bîngolê rabû ket: 11 şehîd
- Qeza
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku duh firokeya ji Bîngolê ji bo ku biçe Tetwanê di saet 13.55an da rabûbû û ji saet 14.25an pê va têkîldariya pê ra qût bû. Hat gotin ku li herêmê xebatên lêgerînê dest pê kir û hat tesbîtkirin ku firoke ketiye.
Helîkoptêra eskerî ya ji Bîngolê rabû ket: 11 şehîd
Di daxuyaniya ewil a hat dayîn da hat gotin ku 9 personel şehîd ketine û 4 personel jî birîndar bûn lê digel hemû midaxaleyan 2 eskerên birîndar bi ser xwe va nehatin û bi wefata wan va hejmara şehîdan derket 11an.