02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Navenda Herekatê û Kordînasyona Bajêr a Walîtiya Şanliurfayê ji bo şêniyên Til Ebyad û Resuleyna ku di çarçoveya Hereketa Kaniya Aştiyê da ji rêxistina terorê hatibûn rizgarkirin, kar û xebatan birêva dibe û alîkariya mirovahî dişîne.
Walîtiya Şanliurfayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku bi Hereketa Kaniya Aştiyê va bi beşdarbûna saziyên dewletê, rêveberiyên herêmî, saziyên civakî yên sivîl jî tev bi hevkariya 26 saziyan va Navenda Herekatê û Kordînasyona Bajêr a Walîtiya Şanliurfayê hat damezrandin.

Hat gotin ku li navendê bi 15 şaxên ji hev cihê va xizmet tê dayîn û di çarçoveya herekatê da him li hundir û him jî li dervayê welêt kar û xebat tên kirin.
Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew bû korîdora terorê ya dixwestin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê rake û li herêmê aştî û aramiyê bi cih bike, li bakurê Sûriyeyê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û bi piştgiriya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) va li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê bi serkeftî hat kirin.

Navenda girêdayî Walîtiya Şanliurfayê jî li gor kar û xebatên herekatê fealiyetên xwe didomîne û ji bo pêwîstiya şêniyên bajarên Til Ebyad û Resuleyna ku ji rêxistinên terorê hatin rizgarkirin, hel bike alîkariyên mirovahî didomîne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo sivîlên li aliyê wî aliyê sînor hemû alîkariyên hewce dikin tên dayîn û wiha hat dewamkirin: "Ji bo şêniyên Til Ebyad û Resuleyna ku ji rêxistinên terorê hatin xilaskirin heta niha 3 hezar û 56 koliyên xurekê, 12 hezar şûşe av, 1983 kumanya, 1425 seta hîjyenê, 89 hezar û 500 telîs ar, 50 hezar û 300 heb nan, 1140 betaniye, 250 cot şekalên zarokan, 100 kolî pîneyên zarokan, 1500 pêlîstok, 1100 pakêtên xwarin û xurek, 600 konserve û bi taybetî jî ji bo pitik û zarokan jî 5 hezar û 440 kolî mama, şîr û gofret şandin û li wan hatin belavkirin."