Önder Beyter
07 Sibat 2021•Rojanekirin: 11 Sibat 2021
Yasemin Guvena 26 salî ku li Mûşê rûdinê, pêvajoya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi resmên boxaya birûn û yên ku bi şêweya qelemzîreçê çêdike va derbas dike.
Guvena ku bi saya resam Bob Rossê ku ji qanalên têlevîzyonê çêkirina hêsan û bilez a resman fêrî mirov dike, ji piçûktiya xwe û vir va bala wê li ser vê beşê hunerê ye, sala 2017an li navenda ciwaniyê beşdarî qursê bû û xwe di warê resmên menzere û portreyê da bi pêş va bir.
Guvenê li mala xwe ya li taxa Sarayê odeyek ji xwe ra vegerand atolye û her wiha di pêvajoya Kovîd-19ê da resman çêdike û wextê xwe wisa derbas dike.
Guvenê ji rojnamgeran ra destnîşan kir ku çêkirina resman ji bo wê şadî ye û wiha dewam kir, "Bi piranî resmên menzereyê bala min dikişînin. Di kêleka van da sîparîşên min ên qelemzîreçê jî çêdibin. Ez mesrefa xwe ya boyax û tûwalê ji sîparîşên qelemzîreçê derdixim."
Guvenê diyar kir, ew dixwaze çi tê xeyala wê, bi awayê herî sipehî di tûwalê da îfade bike û wiha got, "Di jiyanê da carinan xeyalên mirov pêk nayên û her wisa ez wisa bawer im ku di tûwalê da hinekî rastiya jiyanê heye. Bob Rossê ku ez heyranî her hejandineke firçeya wî me, Xwedêkirî di wextê da em zarok li dora xwe berhev kirine ku îro roj bûye sedem ku ez xeyalên xwe li tûwalê îfade bikim."