24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Di êrîşên asîmanî yên bi Operasyona Pencikê va kordîne yên dijî herêmên Zap û Sînat-Haftanînê yên li bakurê Iraqê da 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî yê Twitterê da hat destnîşankirin ku li dijî herêmên Zap û Sînat-Haftanînê bi Operasyona Pencikê ku li bakurê Iraqê li herêma Xwakurkê dewam dike, bi awayekî bi kordîne, êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.
Herwiha hat ragihandin ku di çarçoveya êrîşê da herî kêm 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin, çeper, kozik, stargeh û şikeftên mensûbên rêxitina terorê hatin jinavbirin.