Li Liceya navçeya Diyarbakirê bi piştgiriya hewayî li ser kesên ku bi armanca alîkariya terorê hişbirê çêdikin û bazirganiya wê dikin operasyon hat lidarxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, Fermanderiya Cendirmeyên Bajar li gundên Ortaç û Yalazaya girêdayî navçeya Liceyê li ser kesên ku bi armanca alîkariya terorê hişbirê çêdikin û bazirganiyê wê dikin operasyon lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku 24 tîmên taybet yên cenderme û 3 tîmên taybet yên polês bi tewdîrên ewlehiyê yên berfireh ve dor li cihê ku operasyon tê kirin girtin. Lêgerîna hişbirê jî ji aliyê Midûriyeta Şaxa KOMê ya li ser Fermanderiya Cendirmeyên Bajar û cendermeyan ve tê kirin.
Hat diyarkirin ku ji bilî leşkeran helîkopter, helîkopterên tearûzê, firokên hewayî yên bêmirov û wesayîtên tearûzê jî beşdarî operasyonê bûn. Operasyon jî bi destûra Serdozgeriya Diyarbekir ve tê meşandin.