Haydar Şahin
02 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2021
Li Pursaklara navçeya Enqereyê di garaja apartmanekê da cesedê 3 ciwanan hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên polêsan îxbar hildan ku li apartmaneke 3 qatî ya li Kolana Orhanxazî ya Taxa Yunus Emreyê bûyera bijehrîketinê heye li ser vê çûn dewsa bûyerê.
Ekîban di garaja apartmanê da Huseyîn Şahînogluyê 25 salî, Halîl Îbrahîm Altintaşê 25 salî û Burak Karakoçê 24 salî li erdê dirêjbûyî dîtin.
Ekîbên tenduristiyê di lêkolînê da dîtin ku 3 ciwanên jî mirine. Malbatên ciwanan xeber hildan û li ser vê ji xwe va çûn.
Piştî xebatên ekîbên lêkolîna dewsa bûyerê cinaze rakirin tipa edlî.
Îhtimal e ku ciwan di otoparka girtî ya apartmana Şahînoglu lê rûdine da 2 wesayît dane xebitandin ku xwe germ bikin û ji xaza wesayîtan bi jehrî ketibin.
Hat ragihandin ku yek 1,5 mehî yek jî 2.5 salî 2 zarokên Şahînoglu hene.