Mehmet Kasapkara
08 Îlon 2025•Rojanekirin: 09 Îlon 2025
Li Andirina navçeya Kahramanmaraşê mihrîcana peraşûta berpalê hat lidarxistin.
Şaredariya Andirinê ji bo nasandina navçeyê mihrîcana peraşûta berpalê li dar xist ku ji Kahramanmaraş, Trabzon, Antalya, Adiyeman, Mêrsîn, Edene û Osmaniyeyê 45 werzişvan beşdarî çalakiyê bûn.
Beşdarvanan ji taxa Pireya Asmayê dest bi firînê kirin û bi temaşekirina siruştê va çalakiya xwe temam kirin.
Welatiyan bi coş û eleqeyê temaşaya werzişvanan kir.
Şaredarê Andirinê Ahmet Sînan Gokşen di mihrîcanê da daxuyand ji bo ku eleqeya werzişên siruştê zêde bibe û dewlemendiya siruşta navçeyê bê nasandin ew ê çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.
Piştî firîna peraşûtan mihrîcan bi dawî bû.