Berfin Kıraç
29 Tebax 2024•Rojanekirin: 29 Tebax 2024
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê metrobusê qeza kir û hat ragihandin ku birîndar hene.
Li gor agahiya ku hat hildan, metrobus ber bi Beylîkduzuyê diçû û li texma Sefakoyê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, qeza kir.
Li ser êxbarê ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Hat ragihandin ku hin rêwiyên metrobusê di qezayê da birîndar bûn.
Ji ber qezayê di rêya metrobusê da ji her du aliyan va jî sefer nayên kirin.