Fatih Gazioğlu
27 Nîsan 2019•Rojanekirin: 30 Nîsan 2019
Li Mûşê di çarçoveya "Olîmpiyatên Mûşê" da pêşbaziya kaşûna biteker hat lidarxistin.
Pêşbazî li ser kolana Îstasyonê pêşiya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr hat kirin.
Gelek werzişkar bi kelecaneke mezin beşdarî pêşbaziyê bûn.
Pêşbazî li deriyê Walîtiyê qediya û werzişkarên serkeftî xelatên xwe hildan.
Midûrê Spor û Ciwaniyê yê Bajêr Emrullah Guler daxuyanî da û got ku welatiyan eleqeyeyke mezin nîşanî pêşbaziyê da û wiha axivî:"Îlker Gunduzozê Waliyê me jî alîkariyê dide me. Em ê di çarçoveya olîmpiyatan da ji 20 branşên cuda û 21 şaxan çalakiyan li dar bixin. Armanca me ew e ku her kes sporê bike."