07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Sedat Serbanê werzişvanê ji Wanê di "Pêşbaziya Hilbijartina Tîma Neteweyî ya Kanoyê" ya ku Federasyona Kanoyê ya Tirkiyeyê li Koycexiza navçeya Muxlayê li dar xist da ji bo tîma neteweyî hat hilbijartin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, 58 werzişvanên ji Samsun, Qocaelî, Saqarya, Edene, Muxla û Rîzeyê tevlî pêşpaziyê bûn û ji bo ku têkevin dereceyê li ber xwe dan.
Midûriyeta Bajêr a Spor û Xizmetên Ciwanêyê ya Wanê cara ewil tevlî pêşbaziyê bû, Sedat Serbanê werzişvan jî di pêşbaziya 2 hezar metreyî da kete rêza 4an û heq kir ku tevlî Tîma Neteweyî ya Kanoyê ya Tirkiyeyê bibe.
Antrenorê Midûrê Bajêr ê Spor û Xizmetên Ciwanêyê Unal Elver Sedat Serban pîroz kir û got, "Werzişvanê me tevlî tîma neteweyî bû, em zehf kêfxweş bûn. Li bajarê me ev cara ewil e ku piştî xebatên 6 mehan li ber xwe dan werzişvanekî me tevlî tîma neteweyî dibe. Di nav salê da me di pêşbaziyên din da jî derece bi dest xist. Em ji hemû kesên ku keda wan tevî van serkeftinan bû ra sipas dikin.