Ekrem Payan,Mehmet Niyazi Deniz
25 Nîsan 2022•Rojanekirin: 27 Nîsan 2022
Li Şirnex û Sêrtê xwelî û xubara ku ji aliyê Sûriyeyê hat tesîrê li ser jiyanê kir.
Xwelî û xubarê ji serê sibê û nîvro pê va tesîra xwe zêde kir.
Li navçeyên Cizîr, Îdil û Silopiyê ji ber xwelî û xubarê hewa şêlû bû û mesafeya dîtinê kêm bû.
Çiyayên Cudî û Gabarê jî di nav xwelî xubarê da man.
Pace û şaneşînên malan û wesayît di xwelî xubarê da man.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku heta ew mecbur nemînin dernekevin derva.
- Sêrt
Li Sêrtê jî xwelî û xubarê tesîr li ser jiyana welatiyan kir.
Ji ber xwelî û xubarê hewa şêlû bû sefera balafirê ya Enqere-Sêrtê dakete Balafirgeha Batmanê.
Li bajêr şaneşînên malan û wesayît di xwelî xubarê da man.