10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
ÎSTANBÛL
Li Stenbolê di operasyona hevçax a dijî rêxistina terorê DAEŞê da 10 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê di encama şopandina teknîk û fîzîkî ya dûdirêj da li navçeya Tuzla, Pendîk, Sultanbeylî, Beylîkduzu û Kagithaneyê operasyona hevçax birin ser adresên ku berê hatibûn diyarkirin.
Di operasyonê da tevî ekîbên Tîma Taybet û Hêza Pola helîkoptera polêsan ji hewa piştgirî dan operasyonê. Di operasyonê da 10 kes hatin binçavkirin.
Ji malên berşikan gelek amûrên dijîtal û dokumanên rêxistinê hatin qefaltin.
Hat îdiakirin hin ji berşikên binçavkirî çûn herêma şer a li Iraq û Sûriyeyê û vergeriyan û herwisa ew kes in ku têkilî bi terorîstên li vir re datînin.
Berşik ji bo kontrola tenduristiyê pêşiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê û dû re birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê.