Necat Hazar
04 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2021
VAN (AA) - Li Îpekyoluya navçeya Wanê 10 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, xebatên ekîbên Şaxa Qaçaçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor a Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê yên dijî qaçaxçîtiya koçberan didomin.
Di vê çarçoveyê da li ser îxbara li Taxa Şerefiyeyê kesên Îranî bi zorê koçberên bêdestûr di malekê da digirin, ekîban operasyon li dar xist.
Ş.V, R.A. û M.G.K. ku tê îdiakirin qaçaxçîtiya koçberan dikin, tevî 10 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Koçberên bêdestûr di îfadeyên xwe da diyar kirin, berşikên Îranî bi zorê wan di malê da digirin, têlefon û pereyê wan ji wan sitandin.
3 berşikên ku sewqî edliyeyê kirin, bi destê dadgehê hatin qefaltin.