27 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Walîtiya Wanê biryara ku dabû û gotibû li Wanê ji bo 30 rojî her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê hat qedexekirin, wek 15 rojan guherand.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji bo ku li bajêr pêşî li ber bûyerên êrîşan ên muhtemel were girtin hin tevdîr hatin hildan.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:"Ji bo ku pêşî li ber çalakî û êrîşan were girtin, can û malê welatiyan were parastin, planên rêxistinên terorê werin berterefkirin, ewlehiya neteweyî were sazkirin, pergala qamûyê û ewlehî were parastin, pêşî li ber sûcan were girtin li gor makezagona me û qanûnên me ji 27 tebaxê heta 10ê îlonê 15 rojî li nav sînorên Wanê her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê hat qedexekirin."