Önder Beyter
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Gewaşa navçeya Wanê UMKE, AFAD û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê tetbîqata hevbeş a şepeyê kir.
Di tetbîqata ku li Tesîsa Kaşûnê ya Abaliyê bi beşdariya 70 personelên ji 3 saziyan va hat lidarxistin da di çarçoveya senaryoyê da 3 werzişvanên snowboardê gava li qada birîsk kaşûn dikirin di bin şepeyê da man.

Piştî ku berpirs hatin agahdarkirin, ekîbên UMKE, AFAD û cendirmeyê yên motorîze û peywirdar destxwera hatin ciyê bûyerê.
Piştî ku ekîbên cendirmeyê li derdorê bi cih bû û tedbîrên ewlekariyê standin, ekîbên AFADê yên ku ciyê werzişvanan tesbît kirin, peywendî bi UMKEyê ra danîn û ji wan ambulansa bipalet xwestin.
Piştî hatina ambulansê, werzişvanê ku di çarçoveya senaryoyê da ji bin şepeyê hat derxistin û birîndar e û rewşa wî giran e, bi helîkoptera ku ji Fermandariya Fîloya Helîkopterê ya Şaxartêşa Asayîşa Cendirmeyê ya Wanê bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Di tetbîqatê da kûçikê perwerdekirî "Pati" ku li Fermadariya Cendirmeyê Parêzgehê da peywirdar e jî ciyê werzişvanê ku di bin şepeyê da mabû, kifş kir.
Ekîban werzişvan ji bin şepeyê derxist û bi ambulansa ku paletên wê pola ne va birin û teslîmî ambulansa li devera ewle kir.
Werzişvanê din jî ji bin şepeyê hat derxistin û bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
"Hebûna ekîbeke wiha hêzê dide me"
Qaymeqamê Gewaşê Îshak Çinar diyar kir ku wan, tetbîqateke serkeftî û gelek bidîsîplîn bir serî.
Çinar sipasiya ekîbên ku beşdarî tetbîqata ku qedera 2 saetan ajot bûn kir û wiha xeberda, "Ez hêvîdar im şepe an jî bûyereke bi vî rengî dê neyê serê me, lêbelê heger were jî, hebûna ekîbeke wiha hêzê dide me."

Midûrê Tenduristiyê yê Parêzgehê Doç. Dr. Mahmut Sunnetçioglu jî diyar kir ku Tetbîqata Xilaskirinê ya Şepeyê ya 2019an bi serketî kuta bû û wiha got, "70 personel, ambulansa ku paletên wê pola ne, 3 motorên berfê, 3 ambulans û helîkopter beşdarî tetbîqatê bûn. Di çarçoveya senaryoyê da hevalên me çûn hawara 3 werzişvanên di bin şepeyê da mayî û ew rakirin nexweşxaneyê."
Alîkarê Walî Sînan Aslan, Fermandarê Cendirmeyê Navçeya Gewaşê Yuzbaşi Alper Ekmekçioglu, Midûrê AFADê yê Parêzgehê Osman Uçar û peywendîdarên mayîn jî tetbîqat temaşe kirin.