İbrahim Halil Aktürk,Başak Akbulut Yazar
30 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2024
Xebatên lêgerînê yên li avahiya şaredariyê û odeya Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozerê bi îdiaya "endametiya rêxistina terorê ya çekdar PKK/KCKyê" hat binçavkirin, temam bûn.
Di xanî, wesayît û odeya wî ya li şaredariyê da ya Ozerê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya dijî fealiyetên rêxistina terorê ya çekdar PKK/KCKyê da û bi daxwaza Serdozgeriyê û biryara Dadgeriya Nobedar a Stenbolê hat binçavkirin, lêgerîn hat kirin.
Di dema lêgerînê da ekîbên Hêza Bilez li dewrûbera avahiya şaredariyê tedbîrên ewlekariyê sitandin.
Kolana Deniz Geçmiş a avahî jî lê ye, ji hêla ekîban ji trafîqê ra hat girtin.
Xebatên lêgerînê kuta bûn, lê polês hê jî li ber avahiyê ne.
- Bûyer
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo tesbîtkirina mensûb û fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê dimeşîne da ji bo Ozer biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Hatibû tesbîtkirin ku Ozer piştî tevdîra guhdarîkirina ragihandinê, qeydên axaftina wî hatin bidestxistin. Her wiha zebtên şopandina fîzîkî, qeydên hesabê wî yên bankeyê û bi rêvebirên rêxistinê ra timî danîna wî ya têkiliyê, kirina sûcê ku îsnadî wî dikin tesbît kiribû.
Li ser daxwaza Serdozgeriyê ji Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê biryara lêgerînê hatibû derxistin. Gumanbar Ozer vê sibehê hatibû binçavkirin.