20 Tebax 2020•Rojanekirin: 20 Tebax 2020
Di operasyonên "Yildirim"ê yên di 13ê tîrmehê da di kordinasyona Wezareta Karên Navxweyî da hat destpêkirin da hetanî nika 22 terorîst hatin berterefkirin, 31 şikeft hatin îmhekirin.
Tirkiye ji aliyekî va li dervayê sînor bi operayonan terorîstan berteref dike ji aliyekî va jî di nav sînorên xwe da firsendê nade endamên rêxistiana cihêkar.
Operasyonên Yildirimê yên ji bo terorîstên li nav welêt ji holê rakin di 13ê tîrmehê da dan destpêkirin li 6 herêman dewam dikin.
Ya ewil li Cûdiyê ya duyan li Cîloyê, ya sêyan li Agirî û Qersê, ya çaran li Munzura Tunceliyê, ya pêncan li herêma Amanosê dan destpêkirin û hê dewam dikin. Di operasyonan da 6 hezar û 200 personelên ji ekîbên Qomandoyên Cendirme, Herekata Taybet a Cendirmeyan, Herekata Taybet a Polêsan, û Gundparêzan pêk tên wezifeyê dikin.
Di operasyonên ji bo terorê ji rojeva welêt derxin, firsendê nedin û wan berteref bikin, sitargehên wan xirab bikin tên domandin da hetanî niha 22 terorîst hatin berterefkirin û 31 şikeft hatin îmhekirin.
Di operasyonan da 30yên wan yên giran 31 sîlah, 10 teqemeniyên destan, 17 kîlo teqemenî, 4 hezar û 492 fîşeng, 31 bombeyên desta, 10 kîlo eroîn, 23 kîlo esrar û gelek xurek û amûrên jiyanê hatin girtin.
- Yildirim-6 Qerecehenem
Fermandariya Cenirmeyên Bîngolê do operasyona 6an a Yildirimê da destpêkirin.
Di operasyona Yildirim-6 a Qerecehenemê da 700 personelên di 47 tîmanên operasyonel da weifeyê dikin ên ji Qomandoyên Cendirme, Herekata Taybet a Cendirmeyan, Herekata Taybet a Polêsan, û Gundparêzan pêk tên wezifeyê dikin