08 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ÇANAKKALE
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Bulent Turan got ku PKKya rêxistina terorê bûye rêxistineke taşeron ya navneteweyî û wiha dewam kir: "Kîjan mafê kîjan kurdî jê hat stendin ku PKKê dest bi şer kir? Tenê mînakek heye? Tiştekî wiha tuneye"
Turan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mijara terorê ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyê ne.
Turan daxuyand ku teror di nav 40 salên dawîn da bi navên cuda û rêxistinên cuda derket holê û wiha dewam kir:
"Ev car caran xurt bûye, car caran qels bûye. Tişta ku em dibînin, rêxistinek li holê heye, ev rêxistin hem taşeroniya sermayeya navneteweyî dike hem taşeroniya lobiya şer a navneteweyî dike. Vê gavê li Sûriyeyê şerekî cîhanê heye, lê nav lê nekirine. Ji ber vî şerê cîhanê ku nav lê nehatiye danîn, tengasiyên herêmî hene, ji bo ku Tirkiye zeîf bibe, li ser masê nebe, enerjiyeke mezin tê xerckirin. Vê enerjiyê jî ji bo PKKya taşeron xerc dikin. Ji bo ku Tirkiye zeîf bibe, ji bo ku şerê navxweyî mezin bibe, tilî didin PKKê ku ew bike. Vê gavê parastina mafên kurdan li derekê, PKK kete halekî wisa ku îxaneta herî mezin ew li kurdan dike, zirara herî mezin rêxistin dide kurdan."
Turan bal kişand, PKK bû sedem ku esnafên herêmê kargehên xwe terikandin, zirar gihîşt malên wan, mirov ji cihê ku lê bûne koç kirin.
Turan destnîşan kir ku PKK bûye rêxistineke taşeron ya navneteweyî û wiha dewam kir: "Kîjan mafê kîjan kurdî jê hat stendin ku PKKê dest bi şer kir? Tenê mînakek heye? Tiştekî wiha tuneye. Em qala rêxistineke wisa dikin ku taşeroniya hêzên navneteweyî, bazirganên çekan û hezjêkerên Sûriyê hildaye li ser xwe."