Ji bilî parlementerên endam ên Komîsyona Karên Navxweyî Cîgirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin, Cîgirserokê Koma CHPê Akîf Hamzaçebî, Cîgirserokên Koma MHPê Oktay Vural û Yusuf Hallaçoglu, Cîgirserokên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdris Baluken û parlementerên ku endamê komîsyonê nînin jî beşdarî civînê bûn.
Piştî ku Serokê Komîsyonê Mehmet Ersoy daxuyand ku ew derbasî hevdîtinan bûn, Cîgirserokê Koma MHPê Vural îtiraz kir û got ku "Hûn nikarin dest pê bikin."
Vural got ku "Qet dibe ku komîsyon bi geflêdanên rêxistina terorê ve bixebite?" HDPyiyan li ser vê gotinê bertek nîşanî Vural dan û Parlementerê Şirnexê yê HDPê Hasîp Kaplan wiha got: "Kes nikare li vir quretiyan bike. Li vê derê li ser fikr û raman tê axaftin."
Piştî vê gotinê MHPyî û HDPyiyan ji hev re pirs û xeber gotin. Parlementerê Enqereyê yê MHPê Ozcan Yenîçerî ji Serokê Komîsyonê Ersoy re wiha got: "Li vê derê mixatab hûn in. Ev kî ne" Kaplan jî li ser vê gotinê got: "Em bi hilbijartinê hatin. Tu kî yî, ji vîna gel re bê edebiyê neke."
Serokê Komîsyonê Ersoy jî der heqê îtiraz Vural de got ku ji bo hevdîtinan tu astengî tuneye.
Pişt re Vural nîqaşa usûlê vekir.
Di civîna komîsyonê de nîqaşa usûlê didomin.