21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 23 Mijdar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê îro li 11 taxan qedexeya derketina derva ji bo demekê heta saet 16.00an hat rakirin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Nisêbînê da hat destnîşankirin ku ji bo ewlehiya welatiyan û asayîşê di 13ê mijdarê da qedexeya derketina derva dest pê kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo çêkirina av, ceyran û binesaziyê îro di saet 08.00an da ji xeynî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Yenîşehir û Dicleyê li 11 taxan qedexeya derketina derva ji bo demekê heta saet 16.00an hat rakirin.