Necmettin Karaca
17 Nîsan 2025•Rojanekirin: 19 Nîsan 2025
Li Muradiyeya navçeya Wanê Hevbeşiya Anonîm a Turkiye Petrollerî (TPAO), bi 200 personel û 30 makîneyên kar, xebata xwe ya lêgerîna neftê didomîne.
Li taxa Beşbarmakê ya bi qasî 25 kîlometroyan nêzî navçeyê, li quntara çiyayê ku bilindahiya wê 2 hezar û 300 raqim e, birceke sondajê ya neftê ya 200 tonî hat danîn ku cendirme û parêzvanên ewlekariyê nobetê lê digire.
Qaymeqamê Muradiyeyê Melih Aydogan û Serokê Parêzgehê yê AK Partiyê Abdulahat Arvas serdana şantiyeyê kirin û derbarê xebatan da agahî sitandin.
Arvas ji rojnamevanan ra got bi mebesta derxistina maden û çavkaniyên jeotermal li herêmê xebata binesaziyê tê meşandin.
Arvas destnîşan kir ku di demeke nêz da li hêviya agahiyên mîzgînder in û got, "Em hêvîdar in, xebateke bi bereket be. Înşelle di nava 3, 4 mehan da emê nîşaneyê bibînin. Herwekî li Şirnexê derket li vêderê jî neft bibeliqe. Ji bo yekîtî û tebayiya welatê me êdî divê em karê xwe bi destê xwe bikin."
Arvas anî ziman ku li herêmê birceke sondajê ya bi qasî 200 tonî hatiye danîn û wiha pê da çû:
"Em di xalekê da ne ku em dikarin sondajên kûr encam bidin. Weke ÎHA, SÎHAyên ku me çêkirin, emê nefta xwe û xaza xwe jî derxînin. Em bi çavkaniyên xwe yên xwemalî û mekîneyên xwe xwemalî bîrên sondajê yên kûr çêdikin. Înşelleh ewê berhemdar be. Înşelle bi vê xebatê ewê girêdayîbûna me ya bi derva va, mînîmize bibe. Bi sondajeke bi qasî 1500 kîlometryan kûr, bi derfetên teknolojîk înşelleh emê di nava çend mehan da bigihijin neftê."