Haydar Şahin,İbrahim Atmaca
04 Sibat 2021•Rojanekirin: 05 Sibat 2021
Li Şanliurfaya wekî paytextê GAPê xerzên masiyên diqsor ên li Çemê Feratê tên xweyîkirin sifreyên Ewropayê dixemilînin.
Şanliurfaya bi GAPê gelekî pêş ket bi masiyên deqsor va balê dikişîne.
Di vê çarçoveyê da hejmara çêwlikên masiyan ên li Bendava Karkamişa Bîracikê her ku diçe zêde dibe. Hejmara çêwlikên masiyên deqsor ên li rexê Çemê Feratê gihîşt 40î. Li van çêwlikan 15-16 ton xerzên masiyên deqsor û somonê tên hilatin û îxracî Ewropayê dikin.
Xwediyên çêwlikan di rêbendan û sibatê da xerzên masiyan didoşin û îsal ber û bereket baş e.
Muhammet Kartal Akkayayê Endezyarê Berhemên Avê û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xwedîkirina masiyan her ku diçe zêde bû, bi vê ra hilatina xerzên masiyan jî zêde dibe.
Akkaya diyar kir ku herêm ji bo xwedîkirina masiyên diqsor kêrhatî ye, Hewzeya Feratê ji bo xwedîkirina masiyan ciyekî girîng e.
Akkaya destnîşan kir ku bi kapasîteya hewzeyê va hewcedariya masiyên diqsor a Tirkiyeyê tê dîtin û wiha pê da çû: "Ji sedî 80yê herêmên lê masiyên deqsor tên xweyîkirin li bendavên ava wan germ dibin e. Ji ber vê li va herêman havînan masî nayên xweyîkirin. Havînê herêmên wekî Çemê Feratê yên ava wê hênik jî kêm in. Hewzeya Feratê havînan ji sedî 70yê hewcedariya bi masiyan a Tirkiyeyê dibîne."
Akkaya bal kişand ku hewze ji aliyê hilberîna xerzê masiyan va jî girîng e û wiha dewam kir:
"Masiyên deqsor li gor germa av û hewayê û tîrêjên tavê xurt dibin. Li Tirkiyeyê masiyên deqsor di navbera meha mijdar û nîsanê da xerzên xwe datînin. Her çend tesîsa me çend sal in ava bûye jî ji 100î zêdetir qefesên me hene. Ji dezgehên me salê 10 hezar ton masiyên deqsor ên mezin tên. Digel masiyan li tesîsên me 70-80 ton xerz tê hildan. Bi dezgehên din ên hewzeyê ra dora 16 hezar tonî xerz tê. Em xerzê masiyan dixin tirşîn û 2 salan mihafize dikin. Em li ser sparîşan hilberînê dikin. Em xerz îxracî welatên wek Rûsya, Belçîka, Almanya, Romanya û Fransayê dikin. Hindik be jî em li nav welêt jî difiroşin."
Mehmet Akgulê ku masiyên deqsor xwedî dike jî got ku karê wan zehmet e, lê dahata kar zêde ye.