ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay der barê weşana kurdî ya AAyê de got: "Ez di babetên wek pêla çareseriyê de di koordînasyona kar û barên demokratîk de me. Ji ber vê yekê ji hêla me ve dema ku pêngavên wiha tên avêtin, em dibêjin xebatên bi vî rengî mûheqqeq dê piştgiriyeke xurt be."
Atalay ji muxabirê AAyê re daxuyand û got ku em dibînin her ku diçe Ajansa Anadoluyê hem organîzasyona xwe berfireh dike hem jî nûçeyên biqalîte û pircureyî çêdike û gava ku em dibin şahidê van tiştan em gelekî kêfxweş dibin.
Atalay da zanîn ku Tirkiye li vê herêmê welatekî mezin e û li devdorê wî gelek ziman tên axaftin û wiha pê de çû: "Bi taybetî jî em dizanin ku li welatê me bixwe jî zimanên cuda tên axaftin. Ji ber ku Ajansa Anadoluyê hem ji bo welatên derve hem jî ji bo welatê me bixwe karên wiha bixêr dike em pir kêfxweş in."
Atalay dest nîşan kir ku AA bi zimanên erebî, îngilizî û boşnakî yên ku li devdorê Tirkiyê zêde tên axaftin weşanê dike û piştre wiha got:
"Li welatên cuda bi vî şiklî li Saraybosnayê, Qahîreyê ofîs vekirin. Ya rastî ev hem hêzê dide rewşa Tirkiyê a li wir hem jî hêzê dide Ajansa Anadoluyê bixwe. Her wiha bi van yekan re biryardayîna weşana bi kurdî jî biryareke di cî de ye. Hûn dizanin ku li devdorê me şêwazên cuda yên zimanê kurdî tên axaftin. Kurdên ku bi me re dijîn û bi zimanê xwe diaxivin, hene. Ji ber vê xebata AAyê ya bi vî rengî tiştekî zahf rast e hem ji bo welatê me hem jî li gor xebatên hikûmeta me tiştekî durust e û hêja ye."
"Li devdorê me tu li ku derê binêrî xizmeke me heye"
Atalay bi bîr xist ku wextekî li ser weşana TRTê a bi kurdî jî gelek nîqaş çêbûn û axaftina xwe wiha domand:
"Piştî ku TRTê dest bi weşanê kir her kesên ku li nav welêt an jî li derveyî welêt yên ku bi vî zimanî dipeyîvîn, nûçe û agahiyên rast û durust dîtin û xwendin. Ji ber wê ye ku divê em ji tiştên wiha netirsin. Divê mirov wêrek be. Em divê vê yekê careke din jî bînin ziman ku em mîratxurê împaratoriyekê ne. Li devdorê me tu li ku derê binêrî xizmeke me heye. Em li her derê vê yekê dibînin. Ji ber wê divê di têkiliya me ya bi van deran re problem dernekeve. Bi vê munasebetê di AAyê de belavkirina nûçeyan bi zimanê kurdî û her wiha li Erbîlê vekirina ofîseke AAyê ez kêfxweş û dilşad kirim. Ez di babetên wek pêla çareseriyê de di koordînasyona kar û barên demokratîk de me. Ji ber vê yekê ji hêla me ve dema ku pêngavên wiha tên avêtin, em dibêjin xebatên bi vî rengî mûheqqeq dê piştgiriyeke xurt be. Ji ber vê ez spasiya Ajansa Anadoluyê dikim."
-"Ajansa Anadoluyê nirxeke Tirkiyê ye"
Atalay bi bîr xist ku wextekî di wezareta dewletê de ji Ajansa Anadoluyê berpirsiyar bûye û wiha axivî: "Ez dizanim ku Ajans çiqas muhîm e û nirxekî hêja yê Tirkiyê ye. Her kes bi xeberên Ajansê piştrast e û dema ku tiştekî nediyar hebe vê yekê bi nûçeyên Ajansê piştrast dikin. Ji bo vê yekê xwediyê prestîjekê ye. Mezinbûna AAyê ya bi vî rengî, vekirina ofîsan li welatên cuda dê Tirkiyê gelekî derxe pêş. Ji ber wê ez spasiya kedkar û xebatkarên vî karî dikim. Di salvegera 100emîn sala komara me de hin armancên Ajansê hene ku pêk bîne û yek ji wan jî weşana pirzimanî ye. Di vê rêyê de ez serkeftin û serfiraziyê bo wan dixwazim."