İbrahim Atmaca
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 14 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê rêjeya faîzê ya îhaleya repoya hefteyekê (faîza polîtîkayê) 625 puan zêde kir û derxist ji sedî 24an.
Lijneya Polîtîkaya Pere ya Bankeya Navendî daxuyanî da û got, "Her çiqas şert û mercên daxwaza hundirîn kêm bibe jî, di tevgerên biha dayînê da xirabûn li gor zêdebûna enflasyonê rîsk dewam dike."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bankeya Navendî di çarçoveya mebesta bingeh a îstiqrara fiyetan da wê bikaranîna hemû amûrên di destê xwe da bidomîne."
- Wê ji 14ê îlonê pê va dest pê bike
Daxuyaniya çapemeniyê a li ser rêvebiriya lîkîdîteya lireyê Tirk a Bankeya navendî li ser malpera înternetê ya bankeyê hat weşandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku fona ku vê gavê di wedeya şevê da tê kirin wê ji 14ê îlonê pê va di wedeya hefteyekê da wê were kirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku tevahiya fonê di wedeya hefteyê da were kirin, pêvajoya derbasbûnê hefteyek hat tayînkirin û hûrgiliyên teknîkî wê paşê werin daxuyandin."