Serhat Tutak
25 Îlon 2025•Rojanekirin: 26 Îlon 2025
Li Tirkiyeyê ji dawiya meha tebaxê pê va li gorî nifûsê bajarê ku hejmara esnafan lê herî kêm e, Batman e.
Li gorî daneyên ku nûçegihanê AAyê ji Konfederasyona Esnaf û Pîşekarên Tirkiyeyê di çarçoveya Hefteya Ahîtiyê da berhev kir, li Tirkiyeyê ji 31ê Tebaxê pê va hejmara kargehan a esnafan wek 2 milyon û 546 hezar û 938 hat diyarkirin.
Hejmara esnafan a welêt bi tevahî wek 2 milyon û 287 hezar û 3 hat qeydkirin.
Li gorî nifûsê, Burdur ji sedî 4,92yan va bû bajarê ku hejmara esnafan lê herî zêde ye. Nifûsa Burdurê 275 hezar û 826 e, lê li bajêr 13 hezar û 581 esnaf hene.
Piştî Burdurê bi rêzê va Çanakkale, Artvîn, Mugla û Nevşehir balê dikşînin.
Li gor nifûsê bajarê ku hejmara esnafan lê herî kêm e bi rêjeya ji sedî 1,14an va wekî Batman hat tesbîtkirin. Li bajarê ku 654 hezar û 528 kes lê dijîn, 7 hezar û 474 esnaf hene.
Dû Batmanê ra bi rêjeya ji sedî 1,15an va Şirnex tê. Li bajarê ku nifûsa wê 570 hezar û 826 e, 6 hezar û 559 esnaf hene.
Bajarên din ên ku rêjeya esnafan lê herî kêm e wekî Diyarbekir, Sêrt, Agirî û Bîngolê hatin hesabkirin.
- Ji sedî 2,67ê nifûsa welêt esnaf in
Di nava 85 milyon û 664 hezar û 944 nifûsa Tirkiyeyê da hejmara esnafan ji sedî 2,67 e.
Li Tirkiyeyê herî zêde esnaf bi 282 hezar û 106 kesan va li Stenbolê ne.
Dû Stenbolê bi 139 hezar û 166 esnafan va Îzmir, bi 125 hezar û 699 esnafan va Enqere tê.
Bajarê ku hejmara esnafan lê herî kêm e jî wekî Bayburt hat hesabkirin. Li vî bajarî 2 hezar û 195 esnaf hene.
Dû Bayburtê ra bi 2 hezar û 457 esnafan va Erdexan, bi 2 hezar û 642 esnafan va Tuncelî tê.