Duygu Alhan
08 Hezîran 2024•Rojanekirin: 11 Hezîran 2024
Hevbeşiya Ananonîm a Turkiye Petrolleri (TPAO) li Wanê ji bo lêgerîna neftê li 4 qadên cihê ruxset stand.
Biryara ji bo selahiyeta di warê neftê da ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Kan û Neftê, di hejmara îro ya Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gorî vê êdî di nava sînorên parêzgeha Wanê da ji bo qadên xwedî 60 hezar û 247, 60 hezar û 240, 60 hezar û 448 hezar û 60 hezar û 455 hektar rûberê, heta maweya 5 salan biryara lêgerîna neftê ji bo TPAOyê hat dayin.