Önder Beyter
07 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li Îpekyoluya navçeya Wanê sê kesên ku ji dervayê welat hêk kirîn, jê cûcik, qaz û goştê qazan hildiberînin û ligel parêzgehên cuda, difiroşin welatên wekî Îran û Iraqê.
Li bajarê Wanê, Burhan Aslan, Murat Agaoglu û Musa Peker ku qazan xwedî dikin, ji ser înternetê ra ji welatên wekî Çîn, Fransa, Almanya, Amerîka û Rûsyayê hêkên qazan kirîn.
Li Îpekyoluya navçeya Wanê sê kesên ku ji dervayê welat hêk kirîn, jê cûcik, qaz û goştê qazan hildiberînin û ligel parêzgehên cuda, difiroşin welatên wekî Îran û Iraqê. Li bajarê Wanê, Burhan Aslan, Murat Agaoglu û Musa Peker ku qazan xwedî dikin, ji ser înternetê ra ji welatên wekî Çîn, Fransa, Almanya, Amerîka û Rûsyayê hêkên qazan kirîn. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )
Ev hersê miteşebisên ku bi van hêkan va li navçeya Îpekyoluyê çêwlika qazan vekir, cûcik, qaz û goştê qazan hildiberînin û van berhemên xwe ligel parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê, difiroşin welatên wekî Îran û Iraqê jî.
Qazên ku bi mezinahî û tama xwe balê dikişînin, bi taybetî ji parêzgehên wekî Qers, Enqere, Stenbol û Adiyemanê eleqeyê dibînin.
Qazan li Wanê xwedî dikin û îxracî derva dikin
Arslanê ku qazan xwedî dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku vê axiriyê li Wanê karê xwedîkirina qazan berbelav bûye.
Arslan bal kişand ku ev, karekî zehmet e û herwiha mirov dikare jê kareke mezin jî rake û wiha dewam kir:"Li bajêr aniha qedera 50 kes hene ku qazan xwedî dikin. Em li çêwlika xwe qazên ji welatên cuda xwedî dikin. Em ji van hem cûcik, hem hêk û hem jî goşt bi dest dixin. Ji ber ku goştê qazan pir bi tam e em xwe bi telebê ra nagihînin. Em salê 5-6 hezar qazî xwedî dikin. Piraniya van jî wekî cûcik ji bo Îran û Iraqê tên firotin."

- "Qaza Toulouseê balê dikişîne"
Di çêwlikê da 4 "qazên Toulouseê" ku jê hêkên wan sûd tê wergirtin, bi dîmen û giraniya xwe balê dikişînin.
Di çêwlika ku xwendekarên zanîngehê jî tên seredanê da giraniya qazan digihîje heya 14-15 kîloyan.
Agaogluyê ku qazan xwedî dike, diyar kir ku ew bi hêkên qazan û bi makîneyên rûniştandinê yên taybet va xebateke rêkûpêk dikin û wisa qazan hildiberînin.

Agaoglu got ku hilberîna hin cinsên qazan kêm e ku ev yek jî nirx û bihayê wan zêde dike û wiha dewam kir:"Qaza Toulouseê salê herî zêde 30 hêkan dike û carinan hêkên wan genî derdikevin. Bejn û giraniya wan hema hema du caran bi yên qazên din e. Bihayê wan jî di navbera 500-2 hezar lireyî da ye. Li tesîsa me ji xeynî qazên Toulouseê yên Çîn, Linda, G36 û G35 ên Fransî, Amerîka, Alman, qaza Gerden a Afrîkayê û Rûsyayê hene."