Elif Orhan
05 Îlon 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Li Dêra li Girava Axtamarê ya ku yek ji mekanên girîng ên turîzma baweriyê ye bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê dê roja yekşemê ayîna heftemîn bê kirin.
Ji bo ayîna ku bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê ji sala 2010an vir va yekşema duyemîn a îlonê tê kirin amadehî temam bûn. Beriya ayînê rêyên meşê yên li Girava Axtamarê ya ku dêr lê ye hatin rastkirin, cihên bêhnvedanê yên darîn hatin boyaxkirin. Li giravê û dora ê ekîbên Şaredariya Gewaşê xebatên paqijiyê kirin. Xwediyên tekneyên ku ji îskeleya Gewaşê rêwiyan dibin giravê jî ji bo ku ziyaretvan rêwîtiyeke rehet bikin kontrola motorên xwe kirin û kêmasiyên xwe temam kirin.

Tê payîn ku digel alimên dînê yên Ermeniyan gelek kes jî ji nav welêt û dervayî welêt beşdarî ayîna ku dê di 8ê îlonê da li Dêra Axtamarê bê kirin bibin.
- "Di 8 mehan da 162 hezar kesî ziyaret kir"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muzaffer Aktug daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo ayînê amadehiyên xwe temam kirin û dê nirxandina dawî jî bi rayedarên ku dê roja înê bên ra bikin.
Aktug diyar kir ku dê di asta wezaretê da jî ji bo ayînê beşdarî çêbe û destnîşan kir ku Girava Axtamarê û dêra wê ji bo Wanê navendeke destînasyonê ya girîng e. Aktug wiha axivî:
"Çalakiyên bi vî rengî gelekî piştgiriyê didin nasandina Wanê. Par jimara turîstên herêmî û biyanî yên ku girav ziyaret kirin 152 hezar û 440 bû îsal ev jimar di 8 mehan da gihaşt 162 hezarî. Di 4 mehên mayî da em li bendê ne ku ev jimar derkeve 200 hezarî. Îsal mêvanên me yên Ermenî bêtir hatin bajêr. Rêjeya tijîbûna otêlên me gihaşt ji sedî 100î. Bi rezervasyonên ku hatine kirin hemû otêlên me heta dawiya îlonê tijî ne. Di tebaxê da jî rewş wiha bû. Heke kêmasiya cî derkeve em dikarin ku dibistanên xwe yên bi pansiyon bixin dewrê."
- "Em ê sifreya biratiyê daynin"
Şaredarê Gewaşê Murat Sezer jî diyar kir ji bo ku hemû mêvan bi kêfxweşî ji bajêr biçin hemû amadehî temam in. Sezer got li bendê ne ku îsal beşdariya ayînê li gor salên borî bêtir be û wiha axivî:
"Mirovan xweşikahiyên Gewaş û Girava Axtamarê kifş kirin û bêtir eleqe nîşan dan. Vê axê mazûvantiya şaristaniyên qedîm kir. Em ji bo ku atmosfera xweşbîniyê li vê axê dewam bike hesas tevdigerin. Bi sifreya biratiyê ya ku em ê roja ayînê daynin em ê îspatê hemû dinyayê bikin ku ev ax hê jî warê şaristaniyan e."
- "Otêlên me ji sedî 100 tijî ne"
Endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Komeleya Otêlvanên Wanê Rasîm Baytar jî wiha axivî: "Li Wanê otêl ji sedî 100 tijî ne. Wan ji bo Ermeniyan gelekî girîng e. Bi taybetî Dêra Axtamarê ji bo baweriya wan girîng e. Turîstên ku tên Wanê piştgiriyeke mezin didin aboriyê. Me ji bo ayînê 2 meh berê dest bi hildana rezervasyonê kir. Ji bo ku cî nemaye em berê mêvanan didin otêl û mêvanxaneyên li navçeyan."