Türkan Tosun
05 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Li Keleha Ayanîsê ya ku ji kelehên herî mezin ên şaristaniya Urartuyan e xebat dewam dikin.
Odeya razbar a ku di xebatên arkeolojiyê da li qismê perestgehê hatibû dîtin tê lêkolînkirin ku raza wê bê fêmkirin.
Li keleha ku ji kelehên herî mezin ên Qraltiya Urartuyan e, neqş û dîwarên wê yên kerpîç ji 2 hezar û 700 sal berê heta roja îro mane 30 sal e xebatên kolan û restorasyonê dewam dikin, gelek berhemên muhîm hatin dîtin.
Di xebatên ku bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli tên meşandin da li Perestgeha Xaldiyê odeyek hatibû dîtin ku niha hewl tê dayîn bê fêmkirin ka ev ode ji bo çi hatiye bikaranîn.
Prof. Dr. Işikli ji rojnamevanan ra daxuyand li salona ku ji du qisman pêk tê şopên darîn hatine dîtin û li gor texmîna wan ev salon ji bo merasimên dînî hatiye bikaranîn, cihekî pîroz e.
Işikli got piştî salonê odeyeke razbar heye lewra ew nizanin ev ode ji bo çi tê bikaranîn û wiha axivî: "Tiştên li vê odeyê hatin dîtin û avahîsaziya odeyê bi mermerê alabester va hatine çêkirin. Li dîwarên odeyê şopên darîn hene. Agahiyên di destê me da têra xwe eşkere nakin ku ev ode ji bo çi hatiye bikaranîn. Ji ber vê hê razbar e. Em wisa bawer dikin ku bi xebatên ku wê di salên pêş me da bên kirin va emê vê razê hîn bibin."
Işikli anî ziman derî û paceyên vê odeyê tunene û li gor texmîna wan kesên ji malbata qraliyetê û kesên dînî di merasimê da dibe ku li vê odeyê diciviyan û merasima dînî li dar dixistin.